ÎranNûçeRojhilatanavin

Mûşekên Sipahê li nuqteyên diyarkirî li Sûriyê ketin

Sipahê pasddarên Înqilaba Islamî êvara yekşemiyê bi armanca terbiyetkirin û edebkirina têrorîstên tekfîrî li Sûriyê, navenda fermandetî û kombûna û piştevanî û çêkirina erebeyên xwekujan li şeş mûşek li Dêrezora vî welatî xistin.

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Serdar Emîr Elî Hacîzade bal kişande ser riya ku mûşek li serkirdeyên têrorîstên tekfîrî ketin û got: Şeş mûşûekên ku ji Îranê hatibûn avêtin bi derbasbûna ji Iraqê li Sûriyê li armancên diyarkirî ketin û  firkokeyên bêfirokevan ku ji aliyê Şamê va hatibûn firrîn, dîmenên lêketina mûşekan şandin.

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Serdar Emîr Elî Hacîzade destnîşan kir: “Bila dijminên Îranê bizanin ku Têhran, London û Parîs nîne; Eva karekî biçûk bû û eger şaşitiyê bikin, wê derbên bitalûketir li wan kevin“.

Li pey cinayeta terorîstî ya 7`ê Hezîrana 2017`an li Têhranê ku di encamê da 18 kes şehîd û hejmarek ji xelkê mezlûm û rojîgir yê Îranê jî birîndar bûn, Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihandibû ku rijandina ti xwîneke paqij bêbersiv nahêle. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu