FilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Peyama Muqteda Sedr bo hevgirtina tev hêsîrên filistînî

Serokê Tevgera Sedrê ya Iraqê, ji xelkê Necefê xwest ku tev hêsîrên filistînî yên di hewsên Rejîma Siyonîstî de ku ketine gireva birsîbûnê, hevdiliyê bikin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muqteda Sedr serokê Tevgera Sedr a Iraqê roja şemiyê jibo ragihandina  hevgirtina tev hêsîrên  filistînî yên di zîndanên rêjîma Îsraîlê da, li peyamekê ji xelkê Necefa Eşref xwest ku jibo piştgiriya ji hêsîrên filistînî yên di girtîgehên Rejîma Siyonîst da rojiyê bigrin.

Li peyama Muqteda Sedr bo hêsîrên filistînî yên di hewsên rejîma Îsraîlê de hatiye: Bêguman encama  gireva hêsrên filistînî dê jinavçûna Îsraîlê be.

Serokê Tevgera Sedr a Iraqê herwiha li bara serketina  filistîniyan wekî xwediyên sereke yên Filistînê li hember komplokir û dagirkerên siyonîst dilniyabûna xwe da xûyanê.

Hêsîrên filistînî ji 17 Nîsanê yanê Roja Êxsîrên Filistînî va, girav birçîbûnê  bi slogana  Azadî û Kerametê jibo protestokirina siyaset û reftarên nijadperestane yên Rejîma  Siyonîst destpê kirin.

Amara  herî dawiyê ya hêsîrên filistînî yên  di hewsên Rejîma Siyonîst de yên ku ketine gireva biçîbûnê heya roja  şemiyê nêzîkî du hezar kesî bû ku ev hejmara  bi tevlîbûna hêsîrên filistînî yên din her ku diçe zêde dibe. (BANGE İSLAMÎ)

Başa dön tuşu