EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê êrişa xwekujî hat kirin: Herî kêm 10 kes hatin kuştin

Li Efxanistanê di encama êrişeke xwekujî de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Îro danê sibê li eyaleta Nengerhar ya Efxanistanê êrişeke xwekujî hat kirin.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ku li bajarê Celal Abad hatiye kirin, herî kêm 10 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku 8 ji kuştiyan sivîl in.

Heta niha nayê zanîn ew êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Başa dön tuşu