EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Efxanistanê mayînek teqiya: 8 zarok can dan û 2 jî birîndar bûn

Li eyaleta Xeznê ya başûrê Kabulê paytexta Efxanistanê mayînek teqiya ku di encamê de heşt zarokan can dan û du jî birîndar bûn.

Berdevkê eyaleta Xeznê Arif Nûrî aşkere kiriye  di dema ku zarokan li nêzî riya sereke de dilîstin pêlî mayînê kirin ku di encamê de teqîn pêk hat ku ji ber wê 8 zarokan can dan û du zarok jî birîndar bûn. Mayîna hanê ji aliyê koma terorîst a Talîban ve ji bo hedefkirina hêzên ewlekariyê hatibû bi cihkirin.”

Li gorî endamê Encumena Eyaleta Xeznê Emanullah Qemeranî temenê zarokan di navbera heft û neh salan de ne, bi kêmanî çar zarok ji malbatekê ne.

Başa dön tuşu