CîhanEwropaNûçe

Trump û Putin îro li Fînlandayê dicivin

Biryare îro serokê Amerîkayê Donald Trump li gel serokê Rûsyayê Vladimir Putin li paytexta Fînlandayê bicivin û derbarê hin pirsgirêkên giring de guftûgo bikin.

Hevdîtina ku îro 16.07.2018ê li paytexta Fînlandayê Helsinkiyê dê pêkbê û gelek şirovekarên siyasî û çapemeniyên cîhanê çend heftî berî naha giringiya vê hevdîtinê bilêv kirin.

Bi hevdîtina Trump û Putin ve, wezîrên derve yên her du welatan Sergey Lavrov û Mike Pompeo jî bicivin û berpirsên payebilind ên her du welatan jî dê beşdarî vê civînê bibin.

Başa dön tuşu