IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna li heyeteka tazîdariyê li bakûrê Bexdayê

Terorîst roja îniyê, êriş birin ser hisêniyeyekê li bakûrê Bexdayê û hejmarek ji welatiyên tazîdar ên vî bajarî dan ber gulleyan ku li gorî amarîn herî sereke û ji zarê çavkaniyên fermî, hejmarej ji wan birîndar bûne.

Li gorî rapora IRNA`yê, qumandetiya operasyona Bexdayê, ev êrişa, operasyoneka bombedanînê daye zanîn û gotiye ku ev êrişa terorîstî, heyeteka tazîdariyê ya li navçeya El Şeb a li bakûrê Bexdayê kiriye armanc. Koma terorîst a El Qaidê, ji sala 2005`an ve û DAIŞ jî ji sala 2013`an ve bi awayekî berdewam, Bexdayê û bajarên başûrî û navendî û herwiha hêzên ewlehiyê yên Iraqê dane ber êrişên xwekujiyê û bombedanînên xwe ku di encama wan de nêzî mîlyonek welatiyên iraqî hatine kuştin û hejmareka zêdetir jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu