AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Îxracata niftê ji Herêma Kurdistana Iraqê hate rawestandin

Îxracata niftê ji Herêma Kurdistana Iraqê ber bi bendera Cîhan a Tirkiyê hate rawestandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ji zarê ajansa Duwaroj a Solêymaniyê, Îxracata niftê ji Herêma Kurdistana Iraqê ber bi bendera Cîhan a Tirkiyê ji duh şemiyê hate rawestandin.

Helbet hîn karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê li bara vê rawestandina îxracata niftê tu agehdariyek nedane ber destê nûçegihanan û Sefîn Dizeyî berdevkê îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê jî li vê barê destnîşan kir ku tu agehdariyek li ber destê wî da tune.

Gor rêketina ku di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê hatiye kirin, Hewlêr rojê 500 hezar bermîl nift dişîne bendera Cîhan li Tirkiyê û ji wê bona firotinê dişîne bazarên cîhanî yên cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu