Li gorî rapora IRIB Newsê, sebebkarê teqînê îro nîvro çû nav mizgevta Baqir Ul-Ilûma Kabulê û xwe li nav tazîdarên huseynî întihar kir ku li encama vê êrişê herîkêm 50 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn. Hatiye ragiahndin ku halê piraniya birîndaran xirab e.
Her wiha hejmarek jin û zarok jî li nav şehîdan û birîndarên ev êrişa treorîstî de hene û tê gotin ku ji ber giranbûna birînên wan renge hejmara şehîdan hîn zêdetir jî bibe.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li daxûyaniyekê berpirsiyariya vê êrişê girtiye istûyê xwe..
Tê gotin hêzên ewlehiyê hemî riyên ber bi vê mizgevtê girêdane û nahêlin ku nûçegihan herin nav mizgevtê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)