Polîsê Kanadayê, li bara kuştina 4 kesan ji ber gulleavêtina li rojhilata vî welatî agahî da.
Li gorî rapora kanala nûçan a CBCyê polîsê Kanadayê raghand ku 4 kes roja îniyê li encama bûyera gullavêtinê libajarê Fedrîktonê li navenda eyaleta Niyobranzvîkê li rojhilata vî welatî hatin kuştin.
Rayedarên polîsê Kanadayê, hîn hûrgilî û howiyeta sebebkarê vê gulleavêtinê kivş nekirine.
Polîsê Kanadayê ji welatiyên nêzîk bi cihê bûyerê xwestiye ku li malên xwe de bimînin û deriyên xwe qifil bikin.
Li gorî vê raporê, niha hêzên alîkariyê bo cihê bûyerê nehatine şandin.
Hin medyan, hitmala terorîstîbûna bûyera gulleavêtinê li Fedrîktonê xistine rojevê.
Li bûyereke hem bi vî rengî di destêka meha Tebaxa 2018an li bajarê Torêntoya Kanadayê dest bi gulleavêtinê kiribû û du kes ji wan zarokek kuştibû. Berpirsiyariya vê êrişê koma terorîstî ya DAIŞê da istûyê xwe.