Hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li encama teqîna bombeyê li parêzgeha Merebê navenda Yemenê hatin kuştin.
Li encama teqîna bombeyê li ber deriyê navenda eskerî ya ser bi kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Merebê herîkêm 20 eskerên siûdî hatin kuştin û hejmarek ji birîndar bûn.
Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê roja sêşemiyê li bersiva cinayetên Erebistanê li Yemenê meqerên hêzên siûdî li Cîzanê başûrê Erebistanê dan ber êrişên xwe yên giran .
Yekîna mûşekî ya artêşa Yemenê bi avêtina çend mûşekan cihê êriş kirin ser hêzêzn siûdî li navendên El-Mûsim, El-Mesfeq, El-Xocere û El-Tewalê li başûrê Cîzanê.
Artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê navendeke pêşeyî li navça Zehranê parêzgeha Esîrê li başûrê Erebistanê dan ber mûşekên xwe. Hêzên siûdî ku dil hebûn ber bi navça Serwahê li parêzgeha Marebê pêşde herin rastî berxwedana hêzên yemenî hatin. Li encama vê operasyonê jî herîkêm 50 eskerên ser bi siûdiyan jî hatin kuştin an birîndar bûn. Du eskerên îmaratî jî li encama vê operasyonê hatin kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).