CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Amerîkayê bikeve têngasî yê

Serokomarê Amerîkayê bertek nîşanî weşandina hin nûçeyan derbarê biryara dêmokratên Kongreyê ji bo Îstîzaha (Şirovexwestin) wî da.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi weşandina peyamekê li ser Twittera xwe xitabî Dêmokratan nivîsî: “Ewna tenê ji ber vê yekê dixwazin min bixin ber pirs û şiroveyê, ku nikarin li Hilbijartina sala 2020ê bi ser bikevin; Serketinên min gellek in!”

Trump her wiha nivîsî: Bi Îstîzaha min bazarên abûrî yên cîhanê dê tûşî nakokiyan bin.

Bi bihêzbûna Dêmokratan li Kongreyê, yek ji kiryarên ku bi îhtimaleka zêde dê li dijî Trump cih were, Îstîzahkirina wî ye.

Li vî warî da kesekî agah ji kanala CNNê ra gotiye ku Trump dilgiraniya xwe derbarê vê yekê ku parlementerên Dêmokrat li Kongreya Amerîkayê renge wî Îstîzah bikin, diyar kiriye.

Rayedarekî din li Koşka Sipî ji CNNê ra gotiye: Destyarên Trump li ser vê bawerê ne ku tenha mijara ku renge bibe sebeba destpêbûna pêvajoya Îtîzahê, neqanûniyên abûrî yên parêzerê kesane yê Trump, maykêl Kûhên (Michael Cohen) û dayîna dirêv ji aliyê wî va bo wan jinan e ku Trump têkilliya nerewa bi wan ra hebûye.

Axaftina ji hitmala Îstîzaha Trump di rojên dawî da, piştî doza ku dozgeran ji wî li navçeya başûrî ya Niyo Yorkê vekirine, gurr bûye.

Di wê dozê da, dozgeran jibo cara yekem bi awayê rasterast ragihandine ku kiryarên neqanûnî yên parêzerê Trump bi fermana wî bi xwe pêk hatiye.

Dêmokratan di rojên dawî da gotine ku kiryara ku Trump pêk aniye, “Jji sûcên dikevin ber Îstîzahê” ye û heta renge ew piştî bidawîhatina dewra yekem a serokomartiyê bikeve zindanê.

Başa dön tuşu