Li encana teqînên roja çarşemiyê li navçên curbicure Iraqê sê kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li encama teqîna trimbêla bombekirî li navça El-Weşaşê li rojava Bexdayê paytexta Iraqê 2 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Her wiha çavkaniyeke eskerî li parêzgeha Diyala Iraqê ragihand ku li encama teqîna bombeyê li navça Zeraiyê li başûrê Beqûbê herîkêm kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Çavkaniya hanê ku nexwest navê wê eşkere bibe diyar kir: Hêzên iarqî piştî teqînê navçe dorpêş kirin û hêzên giahndina alîkariyê meytên birîndaran gihandine nexweşxanê.
Eva li halekê ye ku hêzên iraqî mijûlî azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê ne û gelek navçe li rojhilat û rojava vî bajarî ji lepên terorîstan derxistine, (BANGÊ ÎSLÂMİ)