ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên Erebistanê ser Yemenê

Navçeyên curbicur ên Yemenê sibeha îro jî ketin ber êrişên balafirên cengî yên Erebsitanê.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya kanala yemenî ya El Mesîrê, balafirên cengî yên destdirêjker ên siûdî, pirekê li parêzgeha El Mehwiyetê li rojavayê Yemenê dan ber bombeyan.

Balafirên bêfirokevan ên Erebistanê, herwiha çend caran navçeya Serwah a li parêzgeha Marebê li navenda Yemenê dan ber bombeyan û di vê êrişê de hejmareka welatiyên yemenî hatin kuştin û birîndar bûn.

Kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê jî ragihand goriyên êrişa destdirêjkerên siûdî ser parêzgeha El Hedîdê li rojavayê Yemenê gihîştiye 60 kesî.

Duh yekşemiyê, balafirên cengî yên siûdî bi êrişa ser zîndana navçeya Zêydiyê û avahiyên derdora wê bûn sedema mirina bi dehan kesan û birîndarbûna gellek ji xelkê sivîl.

Dema rakirina avahiyên kavilbûyî, hejmara goriyên van êrişana zêde bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu