NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Amerîka sebebkara têkçûna agirbesê ye

Serokoamrê Sûriyê tawanên hilêxistî li dijî Rûsiye û Sûriyê li bara bombarana karwanê hilgirê alîkariyên mirovdosityê bo bajarê Helebê red kirin.

Bişar Esed serokomarê Sûriyê li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Associated Press`ê destnîşan kir: “Em soz didin ku her cûre opêrasiyonan rawestînin; Çi hûn navê agirbesê lê bikin û çi nekin; Lê ev yeka têkildarî Rûsiye û Sûriyê nine, belki têkildarî Amerîka û komên têrorîstî ên girêdayî bi DAIŞ û Cebheya Nusreyê û El-Qaide, Amerîka, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê ye. Wan bi fermî ragihandin ku agirbesê berçav nagirin. Ev yekem hewildana ji bo rawestandina opêrasiyonan li Sûriyê nebû. Yekem hewildan li meha Sibata 2016`an pêk hat ku bibandor nebû û ez difikriim ku sebebkara wê jî Amerîka bû. Ez bawer im ku Amerîka naxwaze şer û pevçûn li Sûriyê bên rawestandin“.

Serokomarê Sûriyê li bara şerê hevpar a Amerîka û  Rûsiyê li dijî mîlîtanan got: “Ez fikir nakim ku Amerîka li dijî Cebheya Nusreyê an heta DAIŞ`ê şer bike; Çimku ewna difikirin ku ev kartek e ku ewna dikarin ji bo cihanîna destûrname û planên xwe bi kar bînin. Eger ewna êrîşî ser El-Nusre an DAIŞÛ`ê bikin, ew ê hemî kartên xwe li Sûriyê ji dest bidin, loma ez nafikirim ku Azmerîka amade be ji bo şerê dijî têrorîstan bibe şirîka Rûsiyê“.

Serokomarê Sûriyê li bara êrîşa li ser hêzên artêşa Sûriyê ku Amerîakyê ragihandiye karekî ji qest nebûye û bi şaşitî pêk hatiye, got: “Ez nema vê yekê qebûl dikim. Ev êrîşa şaşitî nebû ku ji aliyê firokeyeke şêrr an tenê carekê pêk hatibe. Çar firokeyan navendên artêşa Sûriyê nêzikî sateke an heta zêdetir dane ber bomban. Nabe ku şaşitiyek zêdetir ji saetekê dubare bibe. Ya duyem jî wan êrîşa li ser avahiyekê li navçeyekle biçûk nekirin, wan êrîşa li ser qadeke pirr fireh ku gelek girêk têda hene û ti komeke têrorîst li derdora hêzên sûrî li wir tinebû, kirin. Loma em fêm dikin ku ev êrîşa bi qest bûye û wisa ku ewna idiayê dikin bi ti awayî şaşitî nebûye“.

Esed Amerîka weke sebebkara têkçûna agirbesê da zanîn û got: “Êrîşa Amerîkayê li ser hêzên sûrî bi hetim û tekûz ji qest bûye û bi qasî saetekê dirêj bûye. Ev şera ku a niha di şeşmîn sala xwe da ye bi ihtimaleke zêde dê berdewam be çimku piştgiriya biyaniyan ji têrorîstan hema wisa didome. Amerîka naxawze li vî şerê dijî mîlîtanan bibe şirîka Rûsiyê“.

Esed li bara awareyên sûrî jî got: “Me her dema ku bajar an gundek ji bin destê têrorîstan azad kir, gel vegeriyan wir. Gel ji ber rewşa dijwar a boykotên welatên rojavayî li dijî Sûriyê û ji destê têrorîstan reviya. Pişkeke zêde ya gel ji şêr bi xwe nereviya belki dûhatên şêrr ew neçar kir ku bvire. Ewna dixwazin bijîn; Dixwazin mafên xwe yên seretayî ji bo jiyanê bi dest bixin. Gelek ji kesên ku reviyane hema wisa pişta dewletê digirin  û ev yeka li hilbiajrtina vê dawiyê hat dîtin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu