CîhanEfrîqaNûçe

Li Endonezyayê 3 dêr bûn armanca êrîşên xwekujî: 9 kuştî û 40 birîndar

Li bajarê Surabaya yê Endonezyayê êrişî 3 dêran kirin ku hat ragihandin di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 40 kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Surabayayê ya herêma Cavaya Rojhilat ku wek bajarê duyem ê mezintirîn li Endonezyayê ye li gor seata herêmî 07.30yê sibehê êrîşên bombeyî bi ser 3 dêran de hatin kirin.

Berdevekê Rêveberiya Ewlehiya bajêr Frans Barung ragihand, di encama êrîşên bombeyî de hejmara kuştiyan derketiye 9 kesan û 40 kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku êrîşa yekem seat 07.30ê li dijî Dêra Santa Maria Roman hatiye kirin ku tevî êrîşkarê xwekuj 3 kesên din mirine. Li gor zanyariyan di encama herdu êrîşên de jî 5 kes hatine kuştin.

Başa dön tuşu