İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Endonezyayê bi lerza 7,7an erdhej

Li Malukuya eyaleta Endonezyayê bi lerza 7,7an erd hejiya.

Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand ku erdhej ji aliyê bakurê rojhilatê va 245 kîlomêtre dûrî herêma Başûrê Rojavayê Malukuya li ser eyaletê ye û 231 kîlomêtre di bin erdê da çêbûye.

BMKGyê piştî erdhejê elerma tsunamiyê neda. Hê nayê zanîn bê ka tişte bi kesekî hatiye an jî zirar gihîştiye mal û milkan.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî lerza erdhejê wek 7,5 eşkere kir.

Li Kendava Paluyê ya li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê di 28ê îlona 2018an da erd bi lerza 7,5an hejiyabû û piştî erdhejê li herêmên Donggala, Palu û Sîgiyê tsunamî rabibû. Di erdhej û tsunamiya li herêmê da 4 hezar û 340 kes miribûn.

Exit mobile version