IraqNûçeRojhilatanavin

Dadgeha Fêdêral a Iraqê: Li destûra bingehîn tu îznek ji bo cidatîxwazîyê tineye

Dadgeha Fêdêral a Iraqê ragihand ku li tu dera destûra bingehîn a vî welatî basa dayîna îzna cidabûna hin deveran ji dewleta navendî nehatîye kirin.

Li gorî rapora kanala Al Mayadeen`ê, Dadgeha Fêdêral a Iraqê careka din li ser neqanûnîbûna hewldanên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo cidabûna ji dewleta navendî sekinî û ragihand: Hemî şiroveyên têkildarî destûra bingehîn di vê çarçovê de ku navçeyek dikare serxwebûnê ragihîne, şaş in.

Di vî halî de, Rakan Cibûrî parêzgarê demkî yê Kerkûkê ji Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî xwest ku hêz û alavên leşkerî yên zêdetir ji bo şerê dijî têrorîstan bişîne vê parêzgehê.

Cibûrî herwiha got: Hejmara hêzên têkoşîna li hemberî têrorîsmê li parêzgeha Kerkûkê têra vê têkoşînê nake nemaze li bajarê Kerkûkê nake ji ber ku bajarê Kerkûkê deverên berfire hene û têkoşîna li vî şarî hewcedarê hêz û alavên bi qasê têrê bike ye.

Başa dön tuşu