CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê di êrîşeke çekdarî de 31 kes mirin

Li eyaleta Papua ya rojavayê Endonezyayê grubeke cudaxwaz a çekdar êrîşek pêkanî û 31 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya rojnameya Kompas, roja yekşemê li herêma Nduga ya eyaleta Papua li qadên çiyayî 31 karkerên ku pira ku avakirina wê berdewam dike de kar dikin, ji aliyê gruba çekdar a bi navê Artêşa Rizgariya Netewa Rojavayê Papua (TPNPB)ê ve êrîşek li ser wan karkeran pêkhat.

Hat ragehandin di wê êrîşê de 24 karkeran jiyana xwe ji dest dane, 8 karkerên ku ji cîhê bûyerê revîn û xwe avêtin maleke li herêmê jî, 7 kes ji wan dîsa ji aliyê heman grubê ve dema davêjin ser wê malê jiyana xwe ji dest didin.

Li gor heman çavkaniyê ji bûyerê tenê karkerek rizgar bûye lê heta naha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Derbarê sedemê êrîşê de heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Başa dön tuşu