CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê erd bi lerza 6,4an hejiya

Li Malukuya eyaleta Endonezyayê erd bi lerza 6,4an hejiya.

Saziya Jeofizîk, Avûhewa û Meteorolojiyê ya Endonezyayê (BMKG) diyar kir ku navenda erdhejê 216 kîlomêtre li başûrê rojhilatê herêma Malukuyê ye û erdhej 144 kîlmêtre di binê erdê da çêbû.

BMKG û Navenda Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê ji bo tsunamiyê hişyarî nedan.

Li gor tesbîtên ewil di erdhejê da kesek nemir an jî birîndar nebû.

Li Kendava Paluyê ya li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê di 28ê îlona 2018an da erd bi lerza 7,5an hejiyabû û piştî erdhejê li herêmên Donggala, Palu û Sîgiyê tsunamî rabibû. Di erdhej û tsunamiya li herêmê da 4 hezar û 340 kes miribûn.

Başa dön tuşu