ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêzgirtina balyozên welatên cîhanê yên li Tehranê ji ayetullah Haşimiyê Refsencanî

Balyozên welatên cîhanê yên li Tehranê li nivîsgeha civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê amade bûn û bi wajokirina deftera bîranînê rêz û hurmeta li serokê rehmetî yê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê girtin.

Mersima rêzgirtin û wajokirina deftera bîranêna ayetullah Ekber Haşimiyê Refsencanî serokê rehmetî yê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê li nivîsgeha vê civatê bi beşdariya balyozên welatên biyanî yên li Tehranê hat li dar xistin.

Ayetullah Ekber Haşimiyê Refsencanî serokê rehmetî yê civata kivşkirina  mesilheta nizama Îranê roja yekşemê 8 Çilleya 2017an ji ber rawestana dil li Têhranê çû ber dilovaniya xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu