EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Yekîtiya Ewropayê “ultîmatom”a Îranê red kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) Îngiltere, Almanya û Fransayê bang li Îranê kirin ku ew berpirsiyariya xwe ya der barê peymana nukleer da bi cî bîne û destnîşan kirin ku ew her cure “ultîmatom”an red dikin.

Piştî ku Îranê daxuyand ji ber mueyîdeyên Amerîkayê yên di 4ê Gulanê da xiste rewacê ew berpirsiyariya xwe ya peymana nukleer wê bide sekinandin, nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derva ya YEyê Federîca Mogherînî, Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan, Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas û Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Jeremy Hunt der barê Îranê da daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê da hat gotin biryara Îranê bûye sedema fikarê, hemû alî girêdayî vê peymanê ne û divê Îran jî berpirsyariyên xwe bi cî bîne.

Bang li Îranê hat kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Îran bi awayekî xurtwek ku heta niha dewam kir divê dîsa berpirsiyariya xwe ya der barê peymana nukleer da bi cî bîne, ji rageşiyê dûr bisekine. Em her cure “ultîmatom”an red dikin.”

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf piştî mueyîdeyên Amerîkayê yên di 4ê Gulanê da xiste rewacê daxuyandibû ew berpirsiyariya xwe ya peymana nukleer wê bidin sekinandin,

Başa dön tuşu