ÎranNûçeRojhilatanavin

Destûrkara nû ya Ruhanî bi dû binpêkirina Lihevkirina Navokî

Bi dû sersarî, derengmayîn û binpêkirina Lihevkirina Navokî ji aliyê Amerîkayê ve û bi dû biryarên Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û Taxima Çavdêriya li ser Lihevkirina Navokî, Serokê Komara Îslamiya Îranê, hin fermanên cida ji hev xitabî wezîrê karên derve û serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê dan.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li nameyekê jibo Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, ferman da: Li gorî vê yekê ku dewleta Amerîkayê li hember cihanîna sozên xwe yên li Lihevkirina Navokî, heya niha sistî kiriye û li gorî dirêjkirina vê dawiyê ya dema qanûna boykotên Îranê (ISA) ku Îranê beriya niha karekî wiha wekî binpêkirina Lihevkirina Navokî ragihandibû, cihhatina qonaxên ji pêşva kivşbûyî di Lihevkirina Navokî jibo şopandina xalên binpêkirinê, hilkolîne û şopandinên din ên hiqûqî û navneteweyî yên pêwîst bi awayekî cidî berçav bigire.

Hesen Ruhanî, herwiha li nameyeka din ferman da Elî Ekber Salêhî, serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ku li geşepêdana bernemaya bi aştî ya navokiya Îranê li çarçoveya sozên navneteweyî yên Komara Îslamiya Îranê, van berpirsyariyan cih bîne.

1- Plandarêştina jibo amadekirin û avakirina paldêra navokî ya jibo sûdwergirtina di warê veguhestina deryayî bi hevkariya navendên zanistî û lêkolînê

2- Amadekirina berhemanîna ardûya jibo paldêraê navokî bi hevkariya navendên zanistî û lêkolînê.

Sênaya Amerîkayê vê dawiyê pêşniyarqanûna kongreya Amerîkayê li ser dirêjkirina boykotên dijî Îranê jibo 10 salên din ser navê I.S.A`yê bi 99 dengên erê û bêyî tu dengeka Na pesend kir û bi vî awayî Kongireya Amerîkayê dengê xwe da dewama boykotên dijî Îranê heya dawiya sala 2026`an (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu