İslami Davet Kurdi Bange İslami

Li Endonezyayê li eyaleta Açeyê bi pîleya 6.5ê erdhej pêk hat: 54 Miri

Li Endonezyayê li eyaleta Açeyê bi pîleya 6.5ê erdhej pêk hat, li gorî zanyariyên pêşî di erdhejê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) di daxuyaniya xwe de erdheja Pidie Jayayê ya Girava Sumatrayê ku navenda wê li eyaleta Açeyê bû wekî 6.5 nû kir. Navendê berê erdhej wekî bi dijwariya 6.4ê ragihandibû. Erdhej li gorî seeta herêmî di 05.03an de 10 kîlometro di binê erdê pêk hat û 15 saniyeyî dewam kir. Berdevkê artêşê yê li eyaleta Açeyê Tatang Sulaiman ragihand ku li Pidie Jayayê 52 û li herêma Biruenê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan zêdetirî 100 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyan. Wekî din Xaça Sor a Endonezyayê ragihand ku hê jî însan di binê enqazan de hene û ji bo rizgarkirina wan xebatên lêgerîn û lêkolînê didomin. Li herêma ku erdhej pêk hatiye elektrîk tuneye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version