CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê li Girava Sulawasiyê erdhejeke lerza wê 6,8 bû çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê daxuyand ku navenda erdhejê 79 kîlometre başûrê rojhilatê paytextê eyaletê Paluyê ye û erdhej 9,1 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Hat ragihandin ku li bajarê Posoyê 3 kes birîndar bûne û di gelek xaniyan de jî zirar çêbûye.

Li Endonezyayê di 26ê çileya pêşîn a 2004an de erdhejeke 9,1 çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî rabûbû. Di tsunamiyê de 230 hezar kes miribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu