EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê qedexe dan ser rêxistina terorîstîya Hîzb-ut Tehrîrê

Li Endonezyayê rêxistina Hîzb-ut Tehrîrê hat qedexekirin.

Li gor xebera Antaraya ajansa dewletê, Wezareta Mafên Mirovan û Edaletê diyar kir ku bi hinceta zirardayîna yekîtiya dewletê çalakiyên rêxistina Hîzb-ut Tehrîrê hatin qedexekirin.

Freddy Hariyê rayedarê Wezareta Mafên Mirovan û Dadê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku çalakiyên Hîzb-ut Tehrîrê ên li welêt hatin qedexekirin, rêxistinê li dijî yekîtiya welêt çalakiyan dike.

Harî got rêxistin dikare ji bo vê biryarê bi rêyên hiqûqî îtiraz bike.

Rêxistinê bertek nîşanî biryara hikûmetê da û diyar kir ku ew ê ji bo îtirazê pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin.

Rêxistina ku ji sala 2014an vir va li welêt xebatên xwe didomîne piştgirî dabû çalakiyên ku ji bo derdestkirina Waliyê Cakartayê yê berê Basuki Tjahaja Purnama hatibûn kirin. Purnama di îlonê da hatibû darizandin û ji ber ku li ayeta 51î a Suretê Maîdeyê heqaret kiriye sûcdar hatibû dîtin û 2 sal cezayê hepsê xwaribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu