ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Erdebîla Îranê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li ser teqînê Rektorê Zanîngeha Xizmetên Tenduristiyê yê Erdebîlê Kudret Îhvan Ekberî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re ragihand, li nav malekê di encama teqîna madeyeke sotemeniyê de, 7 kesan can daye û 3 kes jî birîndar bûne. Ekberî got ku rewşa birîndaran giran e.

Ajansa Mîzan jî hejmara birîndaran wek 8 kesan ragihand û îhtimala ku 2 kes di bin enqaza xanî de mabin bi bîr xist.

Li ser sedema teqînê lêkolînên hêzên ewlekariya Îranê berdewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu