ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Li Erebistana Siûdî hêzên ewlehî rastî êrişa çekdarî hatin

Hat ragihandin ku 4 hêzên ewlehî yên girêdayî asayîşa bajarê Asira Erebistana Siûdî rastî êrişa çekdarî hatin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdî, hêzên ewlehî li bajarê Asir rastî êrişa çekdarî hatin û di encama êrişê de êrişkarek hat kuştin û 2 kes jî hatin binçavkirin.

Wezareta Navxweyî ya Siûdî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbarê hêzên ewlehî de tu agahî belav nekirin û aqubeta wan nayê zanîn.

Êriş heta niha ji aliyê tu kes an jî rêxistinê ve hê nehatiye qebûlkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu