Navekî navdar li dijî hikûmeta Siûdiyê belavbûna fuhûşê li Erebistana Siûdî bi piştgiriya hikûmetê eşkere kir.
Li gorî nûçeya IRNAyê, “Saad Feqîh” rêberê tevgera îslamî ya Erebistana Siûdî “El-Îslah” di dosyeya vîdyoyê de ku li ser medyaya civakî û malperên înternetê hatiye weşandin, fuhûşa nîvfermî li Erebistanê eşkere kir.
Agahiyên pir metirsîdar û tirsnak nîşan didin ku hin malper û nivîsbar nav, wêne, jimareyên mobîl ên Siûdî, navnîşanên taybet û otêlên navdar bi hemû hûrgiliyên gendeliya exlaqî dihewînin, Feqîh got.
Rêberê Tevgera Îslamî El-Îslah bal kişande ser wê yekê ku hikûmet piştgiriya fuhûşê dike û got, “Hikûmet ji ber twîteke hêsan reformxwazan mehkeme dike, lê ji aliyê din ve li Mekkeyê fuhûşa giştî ya bi nav û wêneyê azad dike.” got.
Feqîh diyar kir ku ev hewldaneke hovane ye ji bo ku gelê Erebistana Siûdiyê li welatê wehiyê bigihîne asta fuhûşê û hikûmet jî piştgiriya wê dike.
Ji dema ku Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman hatiye ser desthilatê, wî gelek mûxalîf û kesayetiyên olî, çalakvanên mafên mirovan û siyasî li Erebistana Siûdî xistiye zindanan û dest bi danasîna çanda rojavayî kiriye.