CîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Li êrişa firokên şerî yên Amerîka ser axa Sûriyê 22 welatiyên sûrî hatine kuştin

Li êrişa firokên şerî yên hevalbendiya amerîkî ser gundê Kesrat ku dikeve başûra Reqayê li bakûriye Sûriyê 22 welatiyên sivîle sûrî hatine kuştin.

Li vê êrişê 15 welatiyên sûrî jî birîndar bûn.

Herwisa duh yekşemiyê jî firokên şerî yên hevalbendiya destdirêjkere bi serokatiya Amerîka ser du gundên aliyê rojhilata Helebê li bakûra Sûriyê pênc welatiyên sivîle sûrî hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Avkaniyên sûrî îro bi ragihandina vê nûçê gotin: Li dû bicihbûna vê grûpê, hejmara hêzên emerîkî li Sûriyê giheşte 700 eskeran.

Eva li halekê ye ku grûpa nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ragihand  43 barên tank û trimbêlên zirihdar ên Amerîkayê gihêştine derdora bajarê Minbicê û hatiye îdiakirin ku  bi derbasbûna  trimbêlên hanê tê texmînkirin şerekî giran li dijî terorîstên DAIŞ`ê destpê bibe.

Emerîka  tev Erebistan, Tirkiye, Qeter û Rejîma  Siyonîstî ji  damezrêner, piştgir û peregalkirên sereke yê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê ne.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê roja şemiyê wekî berteka  li hember bicihbûna hêzên emerîkî û Tirkiyê li axa  Sûriyê got: Bicihbûna hêzên  van du welatan li nav axa Sûriyê bêyî destûra  dewleta Şamê bûye û wekî dagirkeriyê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu