NûçeRojhilatanavinYemen

Li êrîşa hewayiya Erebistanê li ser Teizê 10 kes hatin kuştin

Li êrîşa firokeyên şêrr ên hevpeymaniya siûdî li ser parêzgeha Teizê li başûrê rojavaya Yemenê hejmarek ji welatiyên sivîl ên yemenî hatin kuştin.

Li gorî rapora îro ya kanala têlêvîziyoniya Meyadînê ya Libnanê, di encama êrişên hewayî yên hevalbendîya siûdî ser devera Selû li başûra parêzgeha Teizê ya Yemenê da herîkêm 10 kes hatin kuştinê ku pirranîya wan jin û zarok bûn.

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva li hemberî van êrîşên hevpeymaniya siûdî ya bi serkirdayetiya Erebistanê, baregehên artêşa Erebistanê li Necranê li başûrê vî welatî dan ber top û hawanan ku di encamê da hejmarek ji çekdarên siûdî hatin kuştin.

Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî jî li navçeyên cûrbicûr ên Yemenê kuştin.

Rêjîma Alê Siûd ji 26`ê Adara 2015`an va bi piştgiriya Amerî.ka û hinek ji welatên erebî êrîşî ser Yemenê kiriye da ku Evderebbeh Mensûr Hadî serokomarê îstîfakirî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu