NûçeRojhilatanavinSûriye

Li êrîşa têrorîstan li ser Suweydayê welatiyên sivîl ên sûrî bûne gorî

Herîkêm heşt welatiyên asayî yên Sûriyê li êrîşa têrorîstan li ser otobûseka rêwîhilgir û avêtina çend topên hawanê li derdora gundê Herranê li navçeya Suweydaya başûrê Şamê hatin kuştin.

Li gorî rapora SANA News`ê, rayedarekî ewlehiyê li parêzgeha Suweydayê got: “Têrorîstan li derdroa rojhilatî ya Derayê li başûrê Sûriyê bi êrîşa li ser otobûseka rêwîhilgir li riya Herran bo Dewîreyê li dedora rojavayî ya Suweydayê û gullereşandina li ser lêniştiyên otobûsê herî kêm çar kes ji wan jinek kuştin.

Têrorîstan her wiha bi avêtina çend topên hawanê li derdora gundê Heranê, çar welatioyên sivîl kuştin û hejmareka din jî birîndar kirin.

Li vî halî, rayedarekî kompaniya cereyanê li Derayê ragihand ku têrorîstan bi avêtina topên hawanê ser hêzgeha karebayê ya Xezaleyê, ew ji kar xistin û li dû vê êrîşê cereyana bajarê Derayê xeva çû.

Êvara Pêncşemiyê jî li êrîşa bi topên hawanê ya têrorîstan li derdora balyozxaneya Qeterê li taxa Ebûremane ya Şamê, du welatiyên sûrî hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Başa dön tuşu