CîhanNûçe

Li êrîşa têrorîstî ya Kabulê 12 kes hatin kuştin

Ji ber êrîşa têrorîstî li bajarê Kabula paytexta Efxaistanê herîkêm 12 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Reutersê, Berdevkê Wezareta Tendurustiyê ya Efxanistanê ragihand: Ji ber vê êrîşa têrorîstî ku sibeha îro anku Duşemê li nêzikî wezareta geşepêdana gundan  li bajarê Kabulê qewimî, zêde ji 30 kes jî birîndar bûn. Halê hin birîndaran xerab e.

Her çend ku heta niha tu kes an komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe, lê pirrîcaran koma têrorîst a DAIŞê berpirsiyariya teqînên têrorîstî li bajarê Kabolê digire ustiyê xwe.

Heftiya pêş jî li teqîna nêzikî cihê kombûna zanayên olî yên Efxanistanê li rojavaya Kaboklê 14 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn û koma têrorîst a DAIŞê berpirsiyariya vê êrîşê girte ustiyê xwe.

Başa dön tuşu