Genel

Rêberê Inqilabê: Bibîranîna şehîdan û parastina navê wan erk e

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bîranîna şehîdan ji hokarên girîng li warê sekinîna li hemberî komploya dijmin û parastina berxwedanê hevrê digel şewq û tezetiyê li nav gel daz anîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî li hevdîtina endamên erkantiya kongreya şehîdên parêzgehên Kehkîlûye û Bûyêr Ehmedê û Xorasana Bakûr ku roja duşemiyê, 26`ê Îlona 2016`an, hat lidarxiostin, armanca şerê nerm û nepenî yê dijmin dûrkirina gel ji warê cîhadê û berxwedanê, xemsarî û sersarkirina wan li bara ramanan û desteserkirina fezaya fikrî û rûhî ya welêt da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bi bîr xist: Gelê Îranê bi berxwedana xwe hêzxurtên cîhanî li gelek ji armancên wan bêhêvî kirine û bûna asteng ser riya van armancan.

Hezretê ayetullah Xamineyî herwiha got: Serdestxwazan bi amor û alavên zêde, propagandayên bêsînor û bêjerên kirêgirtî herwiha zextên aborî, siyasî û ewlehiyê hewil didin ku gelê Îranê bêhêvî bikin û ji meydanê derxinin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwiha tevî pêgiriya li ser pêwsîtiya şirovekirina berûlayên girîng û ravenebûyî yên şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê, got: Dewrana Berevaniya Pîroz şerekî navneteweyî li dijî Îslam û hakimiyeta Îslamê û Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bû û bere û piştevaneke berfireh alîakriya Sedamê beisî yê bêbext û bêaqil dikir; Lewma ciwanên îro gere bizanin kesên ku karîn welêt ji belayeke wisa bifilitînin kî bûn û çawa jiyan dikirin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî şehîd wek `Lûtkeyên exlaqa îslamî` û `Mînakin ji bo nifşa ciwan` dan zanîn û got: Gere hunermend ji bo nîşandana rûyê rohn û geş ê şehîdan bo ciwanan bên meydanê û bi saya bikaranîna şêwazên cûrbicûr bi taybet hunera nivîsên û nivîsîna pirtûkên kurt û balkêş, rastiyên jiyana şehîdan bêyî mezinkirinê û bi qelemeke bedew û sipehî şirove bikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu