ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Zêdexwaziya welîehdê siûdî bûye nexweşiyeka demdirêj û bêderman

Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Zêdexwazî û timakariya welîehdê bedfikr û bêaqil ê siûdî ji asta xwe derbas bûye û diçe ku bibe nexweşiyeka demdirêj û bê îlac.

Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, behram Qasimî roja Îniyê wek berteka li hemberî îdiayên nû û dijî Îranê yên Mihemed Bin Selmanê welîehdê siûdî li hevpeyivîna bi kovara amerîkî ya Time`ê û got: Ev tezegihîştîyê desthilatxwaz çavên xwe li ser rastiyên dîrokî û heft deheyan cinayetên rêjîm,a dagirker a zarokkuj a siyonîst girtiye û bi xiyaneteka mezin û aşkira li ramana Filistînê, qala bifermînaskirin û hevdengiya welatê xwe bi vê rêjîma nerewa dike.

Welîehdê Erebistana Siûdiyê roja Pêncşemiyê li hevpeyivîna bi kovara amerîkî ya Time`ê, Îran wek dijminê hevpar bo Riyaz û Til Avîvê da zanîn.

Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hişyarî da ku tevahiya komployên duberetîçêkirina salên dawî li nav welatên îslamî û pêkanîn û berfirehkirina komên têrorîst û zêdexwaz weke DAIŞê bi armanca pêkanîna qelaş û nakokiyan li cîhana îslamê û jibîrkirina hêdî hêdî ya ramana Filistînê û pêkanîna ewlehiyê bo rêjîma sexte û dagirker a siyonîst hatine plandarêştin û cihanîn. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu