AsyaNûçeRojhilatanavin

Li Êrîwanê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li paytextê Ermenîstanê li Êrîwanê di nava otobêsa gel de teqîn çêbû û di encama teqînê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Otubsek a rêwiyan li Êrîvanê teqiya û hêj sedema teqînê ne diyar e.

Li gor agahiyan, bûyer li taxek a navenda bajêr qewimî. Di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.Rêvebirê Ewlehiyê Vladimîr Gasparyan ragihand ku sedema teqînê tê lêkolînkirin.

Berdevkê Serokomar Serj Sarkisyan got li Êrîwanê telîmat hat dayîn ku tedbîrên ewlekarî dê bêne zêdekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu