CîhanEfrîqaNûçe

Li Etiyopyayê avahî di binê hêlana çopê de man: Herî kêm 46 mirî

Li nêzîkî Addis Ababaya paytextê Etiyopyayê ji ber hêlanê tepeyên ku ji çopê pêk dihatin bi ser malan de şemitîn, di encamê de herî kêm 46 kes mirin.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, bi dehan însan bi saxîtî ji binê enqazê hatine deranîn û li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Yek ji şêniyê herêmê di axaftina xwe de got: “Ji bo li jora tepe çop neyê valakirin me berpirsyar hişyar kirin. Sedema vê qezayê rasterast biryara paşxistina valakirina tepe ye. Herî kêm 20 mal di binê hêlanê de man. Li gorî texmînê min di dema hêlanê de derdora 150 kesî hebû.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu