CîhanEwropaNûçe

Li Ewrûpayê 48 kes ji ber sermê mirin

Ev demek pir dirêj bû ku sermayek ewqas hişk û dijwar bi ser Ewrûpayê de nehatibû. Serma îsal li hinek welatên Ewrûpayê daket heta bi 20 derece binê zifrê û ji ber vê serma hişk û dijwar jî navê “Serma Sîbîryayê“ li serma Ewrûpayê hat kirin.

Di hefteya ku Serma Sîbîryayê li Ewrûpayê serî hildabû û millet xistibû helakê, 48 kes ji ber vê serma hişk û dijwar mirin. Li Polonyayê 18, li Çekya 6, li Lîtwanya 5, li Fransa û Slovakya 8, li Îtalya, Sirbistan, Romanya û Slovenyayê 9 kes ji ber sermayê mirin.

Ji ber serma Sîbîryayê li gelek welatên Ewrûpayê balafirxane û dezgehên din ji bo demekê hatin girtin û geşt û seyran hatin betalkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu