IraqNûçeRojhilatanavin

Tekîda serokwezîrê Iraqê ser dewama operasiyona Mûsilê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li berteka li hemberî daxwaza bi şik a fermandarên amerîkî ji bo rawestandina êrişa Mûslê, desnîşan kir ku operasiyona azadkirina Mûsilê nayê rawestandin û heya azadiya tam ya parêzgeha Neynewayê û navenda wê Mûsilê ev operasiyona tê berdewamkirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li berteka li hemberî daxwaza fermandarên amerîkî ji bo rawestandina êrişa Mûslê, desnîşan kir ku bi ti awayekî li ti bereyekê operasiyona azadkirina Mûsilê nayê rawestandin û heya azadiya tam a parêzgeha Neynewayê û navenda wê Mûsilê ev operasiyona tê berdewamkirin.

Serokwezîrê Iraqê û fermandarê gişt hêzên çekdar ên vî welatî Heyder Ebadî şeva çûyî li kanala dewletê ya El-Iraqiye got: Daxwaza fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê ji Iraqê  ku xwestine bila operasiyona Mûsilê were rawestandin da ku hêz bên pergalkirin û ji nû ve biihêzkirinê, nayê qebûl kirin.

Ebadî bal kişand ser cihgirtina hin kesên dijber û xêrnexwaz nav hêzên hevpeyman û desnîşan kir ew hewldidin bi her awayî operasiyona Mûsilê asteng bikin, lê bila ew bizanin ku nikarin rê li ber pêşveçûna lehengên Iraqê bigirin.

Hin medyayên navçê û yên cîhanê roja înê ragihandin ku fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê dixwazin operasiyona Mûsilê were rawestandin, lê fermandarên Saziya Xebata li dij Terorîzmê Ebdulxenî El-Esedî û Ebdulwehab El-Sayidî çend saetan şûnda ev nûça red kirin  û li vî halî de hêzên Heşdî Şebî li rojavayê Mûsilê jî operasiyona xwe da despêkirin.

Operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji roja 17 Cotmehê bi fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû.

Hêzên artêşa Iraqê, hêzên gelanî û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê pişkdariya vê operasiyonê pişkdariyê dikin.

Gotinên Ebadî nîşan dide di navbera dewleta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê ser operasiyona Mûsilê dijberî û nakokiyên zav hene.

Hin fermandarên Yekîneyên Taybet ên Operasiyonên Lezgîn ên Iraqê li 19 Cotmehê, sê roja piştî despêbûna operasiyona Mûsilê ji nûçegihanê IRNAyê re got: Li devera operasiyonê ji ber şerekî giran me ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaza alîkariyê kir lê ew nehatin pişta me û em tenê hêştin.

Eva li halekê ye ku tê gotin firokên şêrr yên amerîkî hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê kirine hedefa êrişên xwe.

Firokên şerî yên Amerîka roja şemiyê herwisa pêgehên artêşa Iraqê li derûdora bajarê Telkîfê li bakûra rojhilata Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê jî kirine ber hedefa êrişên xwe ku ji ber vê êrişa firokên amerîkî 5 eskerên iraqî hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Berdevkê berxwedana îslamî ya El-Nuceba ya Iraqê li bara xebata Amerîka ji bo desthilata ser Mûsilê li bakûra Iraqê hişyarî da.

Seyîd Haşim El-Mûsewî berdevkê berxwedana îslamî ya El-Nuceba ya Iraqê bilî hişyariya li bara vê pîlana Amerîka bona desthilata ser Mûsilê ku dil heye li wê derê navçeyekî êmin ji bo terorîstên DAIŞ`ê amade bike destnîşan kir; Pişkdariya hemû hêzên iraqî li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê di bin diroşma Welat ji bo hemûyan tiştekî pêwîste.

berxwedana îslamî ya El-Nuceba ya Iraqê bal kişande ser viya ku riya sereke ji bo azadkirina Mûsilê bereya başûrî ye got: Ev mêhwera , navça herî girîn bona derbelêdana bi terorîstên DAIŞ`ê ye û hêzên iraqî dikarin ji vê mêhwerê baştir pîşiya alîkarî gihandina bi terorîstên DAIŞê bigrin û peywendiya terorîstên DAIŞ`ê yên nav axa Iraqê û Sûriyê bi hevra bigrin.

berxwedana îslamî ya El-Nuceba a Iraqê herwisa li bara nêhrîna biyaniyan ji wan Tirkiyê û gefên terorîstî li bara operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê bona lawazkirina iraqiyan bê erziş daye zanîn destnîşan kir; Biyanî û kirêgirtiyên wan qet nikarin bi mihana xebata dijî terorîzmê Mûsilê bêxin destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu