CîhanEwropaMafên MirovanNûçe

Li eyaleta Florida ya Amerîkayê mizgeftek hat şewitandin. Di şewatê de tu wendahiya can û birîndar çênebû

Di daxuyaniya Agirkujiya navçeya Hillsboroughê de diyar kir ku li bajarê Tampa yê Floridayê mizgefta ayidê Komeleya Îslamê ya Tampa Nû bi zanebûn hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şeva borî saet di 02.00yan de şewat hatiye temirandin û di encamê de beşa perestiyê ya mizgeftê rastî zirarê dîtiye û hat gotin ku di bûyerê tu wendahiya can û birîndar çênebûye.

Berdevkê Komeleya Îslamê ya Tampaya Nûyê Mustafa Ameen anî ziman ku ji bo bûyer baş were zanîn, ew ê li bende encamên lêpirsînê bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu