IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê Şêx Hemam Hemûdî: Iraqî nabê şirîkê boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê

Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gelê vî welatî tu wextî piştevaniyên Îranê ji Iraqê di rojên dijwar ên şerê dijî DAIŞê ji bîr nake, got: Iraqî dê nebin şirîkê boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mehr Newsê, Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê, Hemam Hemûdî li hevpeyivîna bi Bernameya “Bêsînor” a IRIB Newsê ra got: Iraqî li mijara boykotên dijî Îranê ne tenê dê nekevin kêleka dijminên Komara Îslamî ya Îranê, belkî dê hewil bidin ku vê bernameyê têk bibin.

Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqêamaje bi pêwendiyên kûr û bi dostanî û her wiha babetên hevpar ên çandî û dîrokî di navbera Îran û Iraqê da kir û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim şirîkê xem û şahiya gelê Iraqê bûye.

Hemam Hemûdî destnîşan kir: Bexda rê nade tu aliyekî ku bibe sebeba cudabûna Îranê û Iraqê.

Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê her wiha got: Nûçeyin deqîq û piştrast ji hewildana Amerîkayê jibo vegerandina koma têrorîst a DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hene; Lê hêzên iraqî ji wan Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê anku Heşda Şeibî êdî îzna vî karî nadin.

Boykotn zalimane yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê tûşî bertek û şermezarkirina tund a kom û kesayetiyên iraqî bûye.

Serokwezîrê Iraqê pêştir gotibû ku ev welata dê nebe beşek ji boykotên Amerîkayê li dijî Îranê.

Başa dön tuşu