AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê xwest ku pevçûnên di navbera Bakû û Îrevanê bilez werin rawestandin

Komara Islamî ya Îranê tevî diyarkirin anigeraniya xwe ji gurrbûna kêşe û pevçûnan di navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê, ji du aliyan xwest ku li ser hemda xwe bibin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Sadiq Husêyn Cabirî Ensarî êvara şemiyê, 2’ê nîsana 2016’an, got: Gurrbûna pevçûnan li navçeya Qerebaxê di navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê Komara Islamî ya Îranê bi giranî nigeran kiriye û Têhran ji her du cînarên xwe yên bakûrî dixwaze ku ser hemda xwe bin û pevçûnan rawestînin.

Cabirî Ensarî tevî axaftina li bara pevçûnên di navcbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê li navçeya Qerebaxê, got: Li halê ku kiryarên wêrankir ên komên zêdegav û têrorîst li navçeyê diqewimin û hewcetî bi aramiyê li navçeyê heye, wergirtina nûçeyên nebaş li bara gurrbûna pevçûnan li navçeya Qerebaxê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê nigeraniya Komara Islamî ya Îranê zêe kiriye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê her viha got: Em her du cînarên xwe yên bakûrî vedixwînin ku ser hemda xwe bin û xwe ji her iryara ku rewşê dijwartir dike dûr bixin û şîret li wan dikin ku bi rawestandina pevçûnan gişt hewildana xwe ji bo vegerandina aramiyê û çareserkirina biaştî ya nakokiyan li çarçova komên aştî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi kar bînin.
Êvara îniyê û sibeha şemiyê çekdarên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li dirêjahiya hêla kontrola navçeya Qerebaxê gulle berdan ser hev û kêşeya di navbera du welatan li ser vê navçeyê careke din û piştî derbasbûna 20 salan ji nû va gurr bû.
Li vî halî wezareta parastinê ya Komara Azerbaycanê berêvariya şemiyê ragihand ku bilindiyên ser bi bajarê Neftalanê û gundê Talişê ku di bin desthilata hêzên ermenî ye, ji nû va azad kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu