NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Ezazê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene

Teqîneke bihêz li bajarê bakurê Sûriyê Ezazê pêkhat û hejmarek kes bûn qurbanê wê teqînê.

Li gor nûçeya çapemeniya Sûriyê teqîn îro 01.09.2018ê bi rêya wesayîteke bombebarkirî ve nêzîk encûmena bajarê Ezazê ya ser bi parêzgeha Helebê pêkhatiye.

Hat zanîn ji ber teqînê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kesên din jî birîndar bûne, ku heta naha hejmara wan a temamî nayê zanîn.

Başa dön tuşu