NûçeRojhilatanavin

Li Fasê encama fermî ya hilbijartinan hat eşkere kirin

Li Fasê encamên hilbijartin ên parlamenê diyar bûn û li gorî encamên fermî Partiya Dad û Geşedanê (PJD) bi 125 parlamenteran bû partiya yekemîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê hat diyar kirin ku Komîteya Îstatîstîk a Netewî encamên fermî pejirandin û tomar kir.

Li gorî daxuyaniyê dabeşkirina 305 parlamenterên 92 herêmên hilbijartinê wisa ye: PJD 98, Partiya Esalet û Nûjeniyê (PAM) 81, Partiya Îstîklalê (IP) 35, Yekîtiya Serxwebûnxwaz ên Netewî (RNI) 28, Tevgera Gel (MP) 20, Partiya Yekitî ya Makezagonî (UC) 15, Yekîtiya Sosyalîst a Hêza Gel (UNFP) 14, Partiya Pêşketin û Sosyalîzmê (PPS) 7, Partiya Federasyona Çep a Demokratîk (FGD) 2 û yên din. Hat dest nîşan kirin dabeşbûna 90 parlamenterên lîsteya netewî jî wisa ye: 27, PAM 21, İP 11, RNI 9, MP 7, UNFP 6, PPS 5, UC 4. Li gorî van encaman PJD di Meclîsa Nûnerên Parlamena Fasê de bi 125 parlamenteran bû partiya yekem, PAM bi 102 parlamenteran bu duyem, IP jî bi 46 parlamenteran bû sêyem. Fas ji 92 herêmên hilbijartinê pêk tê û di encama hilbijartinan de wek herêmî 305 wek netewî jî 90 parlamenter, bi tevahî 395 parlamenter tên diyar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu