AsyaCîhanEfrîqaEwropaNûçe

Li Filipina operasyona madeyên hişbir: 32 miri

Serokê Dewleta Filipînê Rodrîgo Duterte di çarçoveya tekoşîna madeyên hişbir de operasyon dabû destpêkirin, polîsan di nava du rojan de 32 kes kuştin.

Midûrê Ewlehî Romeo Caramat di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: “Kesên ku li kolanê madeyên hişbir difroşin jî di nav de 109 gumanbar hatin binçavkirin û bi sedan çek hatin desteserkirin. Heta niha operasyonên mezin hatin lidarxistin, ti înfaz nehatine kirin kesên ku hatine kuştin jî hemû di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

Operasyona tekoşîna madeyên hişbir ji Hezîrana 2016an pê ve bê navber didome û piranî xelkên taxên feqîr di nav de bi hezaran însan hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu