CîhanEwropaNûçe

Li Fîlîpînan bi mezinahiya 6,3 pileyî erdhej

Li Fîlîpînan ku welatekî Asyaya Rojhilatê Başûr e bi mezinahiya 6,3 pileyî erdhej çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku li rojhilatê Fîlîpînan bi mezinahiya 6,3 pileyî erdhejeke ku navenda lerzê rojavayê Girava Samarê ye, çêbû.

Hat destnîşankirin ku erdhej 13 kîlometre li rojhilatê bajarê Tutubiganê 70 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, lêbelê der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ka tu ziyaneke madî an canî heye an na.

Li Fîlîpînan duh jî 100 kîlometre li bakurê paytext Manailayê bi mezinahiya 6,1 pileyî erdhejek çêbûbû. Di erdhejê da navendeke danûsitandinê hilweşiyabû û balafirgeh di navê da di gelek bînayî da xesar çêbûbû.

Herwiha hatibû ragihandin ku di erdhejê da 11 kes mirin û gelek kes jî wenda ne.

Başa dön tuşu