AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka meclisa şêwra islamî ya Îranê li hemberî dirêjkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê

Berdevkê desteya serokatîya meclisa şêwra islamî ya Îranê got ku meclisa Îranê heta vê gavê du pêngav li warê sekinîna li hemberî biryara Sênaya Amerîkayê ya dirêjkirina boykotên li dijî Îranê rakirine.

Bêhrûz Nêimetî berdevkê desteya serokatîya meclisa şêwra islamî ya Îranê îro bal kişand ser pejirandina dirêjkirina 10 salî ya qanûna boykotên li dijî Îranê (Qanûna Damato) li Sênaya Amerîkayê û got: Yek ji pêngavên meclisê, amadekirina biryarnameyekê ye ku ji alîyê 220 parliomanterî va hatîye wajokirinê û pêngava din qanûna qedexekirina bikaranîna kelûmelên amerîkî li Îranê ye.

Bêhrûz Nêimetî bi gotina vîya ku meclisa Îranê yê bertekeke cidî û vebirr li hemberî dirêjkirina 10 salî ya boykotên Amerîkayê li dijî Îranê nîşan bide, got: Meclisa Îranê li hemberî sîyasetên meclisa Amerîkayê yên li dijî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê insîyatîf girtîye destê xwe û bi rêbazên xwe li hemberî sîyasetên zorbêjane yên Amerîkayê bersivê dide.

Pêşnîyarqanûna dirêjkirina dehsalî ya boykotên li dijî Îranê bi 99 dengên Erê û bêyî dengên Na, şeva buhurî li Sênaya Amerîkayê hat pejirandin.

Ev qanûna jibo cihanînê divê ji hêla serokomarê Amerîkayê va jî bê wajokirinê.

Piştgirên pêşnîyarqanûna dirêjkirina dema boykotên li dijî Îranê idia dikin ku ev dirêjkirina mecalê diide Amerîkayê ku Têhranê di rewşa berçavnegirtina xalên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê da ceza bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu