Encumena Kêmkirina Rîska Afatê ya Fîlîpînê (NDRRMC) roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku erdheja ku roja Çarşemê li welat qewimî, bandor li zêdetirî 314 hezar kesan kir û hejmara miriyan gihîşt 10 kesan. Li gorî daneyên meclisê, erdhejên navborî bi tevahî 314 hezar û 161 kesan bandor kir û hejmara miriyan derket 10an û 375 kes jî birîndar bûn.
NDRRMC beriya niha ragihandibû ku di erdhejê de 228 hezar û 238 kes zirar dîtine, 6 kes mirin, 320 kes birîndar bûne û 4 kes jî winda bûne. Di 27ê Tîrmehê de, erdhejek bi pileya 7.0 li Fîlîpînan hat tomarkirin, ku li parêzgehên bakurê rojavayê Girava Luzon a Fîlîpînan, û her weha herêmên cîran, di nav de metropolê Manila, hejand.
Meclîsa Kêmkirina Rîska Afatê ya Fîlîpînan diyar kir ku navenda erdhejê 17 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.