ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîka dê poşman bibe

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Amerîka dê ji kiryara xwe ya vekişîna ji rêketinama navokî ya Îranê ûKoma 5+1`ê poşman bibe.

Behram Qasimî îro dema nirxandina kiryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya vekişîna ji rêketinama navokî, got: Gelê cîhanê careka din peyameke gellekî zelal û girîng ji desteya hikimdar li Amerîkayê nemaze ji Trump wergirt û ew jî eva ye ku Amerîka ne welatê pêbawerîyê ye ku welatên cîhanê bikaribin pêbawerîya xwe li wade û sozên Amerîkayê bînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Desteya hikimdar li Amerîkayê nîşan da ku guh nade rola NY û biryara Konseya Ewlehîyê ya vê sazîyê û eva bêrêzîyek li NY û hemî endamên vê sazîya navnetewî ye.

Qasimî têkildarî fermana serokê Komara Islamî ya Îranê bo wezareta karên derve ji bo muzakira digel alîyên ewropî û Ûrsêt û Çînê mideha hefteyên bê de jî û got: Îran çawan ku berê û nemaze di mehên vê dawîyê de bi awayekî berdewam bi YE`yê û sê welatên ewropî û nunera YE`yê re di têkilîyê de bû, di roj û hefteyên bê de jî yê peywendîyên xwe bi cidîyeteke zêdetir bidomîne û rewşa heyî careka din hilkolîne û binirxîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêgirî kir: Îran dê bi hemî şîyanê ji bo geşkirin û şopandina cidî ya aborîya ser bingeha berxwedanê ku dikare alîkarîyê bide zêdekirina şîyanên bingehîn ên aborîya Îranê, bidomîne.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê roja sêşemê bi idiaya bêencambûna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û tawanbarkirina pûç a Îranê, fermana vekişîna welatê xwe ji rêketinama navokî wajo kir, kiryara yekalî ya Amerîkayê li halekî ye ku 5 welatên din ên wajokirê rêketinama navokî û gellek welatên cîhanê piştgirî dane vê rêketinama navnetewî.

Başa dön tuşu