CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Fîlîpînê şewat derket 37 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Davao yê welatê Fîlîpînê di firoşgehekê de şewat derket û 37 kesan jiyana xwe ji dest da.

Fîlîpîn ku bi karesatan re rûbirû maye, piştî bakrofeya li welat da, erd şimitî û herî kêm 126 kesan jiyana xwe ji dest dabû, naha jî di firoşgehekê de ji ber şewata derket welat hejiya. Bajarê Davao yê ku dikeve bakûrê welat, li firoşgehekê de şewat derket. Ekîbên agirkuj li hember vê şewata ku 37 kesan jiyana xwe ji dest dane bi demjimêran tekoşîna xwe berdewam kirin.

Serokê dewletê yê Fîlîpînê Rodrigo Duterte serdana cîhê bûyerê kir û li gel malbatên ku kesên wan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane hate gel hev.

Başa dön tuşu