CîhanNûçe

Li Fînlandiyayê siyasetmedarek û 2 rojnameger hatin kuştin

Li Fînlandiyayê li ser sînorê Rûsyayê li navçeya Imatra ya girêdayî bajarê Karelenê nîvê şevê li pêş restoranekê yek jê siyasetmedar, 2 jî rojnameger 3 jin rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya YLE ya televîzyona dewletê ya Fînlandiyayê Seroka Meclîa Şaredariya Imatrayê ya Partiya Sosyal Demokratan Tiina Wilen-Jäppinen (53) û du rojnamegerên jin ên ku navên nehat daxuyandin, li Imatrayê şeva borî li pêş retoranekê rastî êrîşeke çekdarî hatin û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên çapemeniya Fînlandiyayê kesekî bi navê Jori Lasonen ê 23 salî wek bersûc hat girtin. Hat diyar kirin ku kesê êrîşkar bi awayekî rasthatî li derdorê gule reşandiye. Polîsên Fînlandiyayê daxuyand ku ew bawer nakin li paş êrîş tiştekî sîyasî hebe. Berdevkê polîsan diyar kir ku lêpirsîne di derbarê bûyerê de berdewan dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu